Nasrallah: Welatên Ereb ji bo em mudaxele bi Xezzayê nekin ji me lavahiyan dikin

Nasrallah: Welatên Ereb ji bo em mudaxele bi Xezzayê nekin ji me lavahiyan dikin

PeyamaKurd – Serokê Hîzbûllah a Lubnanê Hasan Nasrûllah li Beyrûdê di axaftina xwe de got ku ji bo ew tevlî şerê Îsraîlê û Fîlîstînê nebin, welatên Ereb her roj jê lavahiyan dikin.

Nasrallah ji 7ê Cotmehê heya niha cara yekeme ku di rêya video konferansê de diaxife. Nasrallah got:

“Em bi bûyerên li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê nesekinin. Cepha Lubnanê ji bo her îhtîmalan vekiriye. Divê em tev ji bo her îhtîmalê amade bin. Berpirsê şerê Xezzayê Amerîkaye. Yê nahêle agirbes bibe car din Amerîkaye.

Eger şerekî giştî li herêmê bibe, wê Amerîka têk here. Ji roja şer destpêkiriye heya niha her roj Amerîka me bi bombardimana filoya xwe tehdîd dike. Tehdîd fêde nakin. Em ji fîloyên we yên Derya Sipî netirsiyan û em ê netirsin. Herkesê ku naxwaze cepha şer fireh bibe, divê şerê li Xezzayê bide rawestandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin