Înşaat hilweşiya û 2 kes di bin enqazê de mirin

Înşaat hilweşiya û 2 kes di bin enqazê de mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê di xaniyekî de ku avakirina wê dewam dikir, di axa avahiyê de hilweşandin çêbû û di encamê de 2 karker mirin. Cenazên her 2 karkeran ji bin axê derxistin û lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.

Di wexta di beşa avahiya esasî de xebat dihat kirin, karkerên bi navên Enis Bayram û Süleyman Kaya toprak di bin axê de man. Li ser hilweşandina esasê avahiyê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendrimeyan gijhan ciyê avahiyê.

Piştî xebata rizgarkirinê, karkerên di bin axê de mabûn yên bi navên Enis Bayram (29) û Süleyman Kaya (34) ji bin axê derxistin lê her dû karker jî can dabûn.

Li ser sedema û îhmala hilweşandinê lêkolîn û lêpirsîn dewam dikin.