PeyamaKurd – Li bajarê Kutahya yê Tirkiyê li taxa Bölücekê bi sedema wergerandina makara alavan, îskela înşaatê hilweşiya û 4 karker ji bilindahiya 5 metreyan ketin jêr. Ji wan karkeran 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser qezayê tîmên 112an, îtfaiye û polîs çûn ciyê bûyerê. Ji karkeran Mustafa Olgun (46), Abdullah Kaya (60), Hamit Sarı (71) û Süleyman Türkoğlu (58), ji aliyê tîmên tenduristiyê de birin nexweşxana bajêr ya Kutahyayê. Hamit Sarı (71) û Süleyman Türkoğlu (58) li nexweşxanê can dan.
Dermankirina her dû karkerên dinan dewam dike. Polîs li ser rûdanê lêpirsîna xwe dewam dike.