Li Dîlokê karkerekî ji îskela avahiyê ket û can da

Li Dîlokê karkerekî ji îskela avahiyê ket û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê di rora nîvro karkerekî bi navê İnanç Armağan (30) di wexta di cepha derve ya apartmanê de dixebitî mêzêna xwe wenda kir û ji ser îskela apartmanê ket jêr.

Li ser hevalên wî têmên tenduristiyê û polîsan agahdarkirin, tîm çûn ciyê rûdanê. Armağan birîndar birin nexweşxanê lê ji ber rewşa wî giran bû li nexweşxanê can da. Li ser bûyerê polîs lêkolîna xwe dike bê di rûdanê de îhmalekî heye an tine.