Wagner: Wêneyên satelîtê çalakiya li baregeha leskerî ya li Belarusê eskere kirin!

Wagner: Wêneyên satelîtê çalakiya li baregeha leskerî ya li Belarusê eskere kirin!

PeyamaKurd Digel ku tê îdiakirin ku hêzên Wagner vekişiyane Belarusê, dîmenên satelîtê xuya dikin, çalakiya li baregehek leşkerî ya nayê bikaranîn li wî welatî eşkere dikin.

Wêneyek ji 27ê Hezîranê, ku yekem car ji hêla Radyoya Ewropa Azad ve hatî ragihandin û ji hêla BBC Verify, karûbarê verastkirinê ya BBCyê ve jî hatî wergirtin, nîşan dide, çadir an avahiyên mîna wan li jorê hatine çêkirin.

Wêneyekî berê di 19ê Hezîranê de hatî kişandin destnîşan kir, devera li hundurê baregeha leşkerî bi giranî vala bû.

Koma çeteyên Wagner, ji bo Rûsyayê li Ukraynayê şer dikir heya ku dawiya hefteya çûyî dest bi serhildanê kir.

Serokê Wagner Yevgeny Prigojin pêşveçûna xwe ya ber bi Moskowê ve rawestand piştî ku bi navbeynkariya rêberê Belarusî Alexander Lukashenko lihevkirinek pêk hat.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin