PeyamaKurd – Trump got, "Dema ku ez bibim serok, ez ê alîgirên Hamasê dersînor bikim, heke hûn ji Amerîkayê nefret dikin, heke hûn dixwazin Îsraîlê tune bikin, em we li welatê xwe naxwazin."
Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê serokomariyê yê Komarî yê di hilbijartinên 5ê Mijdarê de Donald Trump roja Yekşemê di çalakiyekê de diyar kiribû ku eger were ser desthilatê ew ê alîgirên Hamasê dersînor bikin.
Trump di çalakiya "Stop Antîsemîtîzmê" ya li New Jerseyê de axivî û got, "Dema ku ez bibim serokomar, ez ê bi lez û bez alîgirên cîhadîstên biyanî dersînor bikim û alîgirên Hamasê jî wê derkevin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin