PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama berhevkirina agahîyên îstixbarî de, li bajarê Kerkûkê yek ji wan jin 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ragihand, îro 2yê Sibatê li bajarê Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin ku fermana girtina wan hatibû dayîn.
Amir Nûrî got, ew terorîstên han ku yek ji wan jin e, radestî dadgehê hatine kirin.
Efserê polîs da zanîn, wan terorîstan bi belgeyên sexte terorîstên ku çalakiyên terorîstî kiribûn, bê guneh nîşan didan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin