PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê du îtirazên hinek Tirkmen û Ereban ên li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê û Encumena Kerkûkê red kirin.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 10ê Tebaxê de li Bexdayê, li Otela Rêşîd, bi beşdariya 9 endamên encûmenê yên Kurd û hin Ereb û Krîstiyan civiyabû û di vê civînê de Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbiwar Taha bûbû parêzgarê nû yê Kerkûkê.
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd jî di 13ê Tebaxê de mazbataya Parêzgariya Kerkûkê dabû endamê YNKê Rêbiwar Taha.
Rêbiwar Taha di 14ê Tebaxê de li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.
Îtirazên hinek Ereb û Tirkmenan
Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Hesen Tûran û Endamê Meclisa Bajêr a Kerkûkê Sewsen Ebdulwahîd serî li Dadgeha Federal a Iraqê dabûn da ku biryarên civîna li Bexdayê betal bike, lê belê dadgehê îtirazên wan red kirin.
Dadgeha Federal a Iraqê heman rojê îtiraza Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî jî red kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin