PeyamaKurd - Mayîna leşkerên Almanya ya li Iraqê salekî dirêj kirin. Hukumeta Almanya di çarçova şerê li hemberê IŞIDê de li Iraqê û Herêma Kurdistanê, biryarê da ku salekî dinê jî bimînin. Leşkerên Almanya perwerda leşkerên Iraqê û Pêşmergeyan dikin.
Hukumeta Almanya ragihand ku wezîfa leşkerên Almanya li Iraqê û Kurdistanê heya 31 ê Cotmeha sala 2024an hatiye dirêjkirin. Parlementoya Federal ya Almanya wê di 20.11.2023an de civîna xwe bike û divê biryara hukumetê tesdîq bike. Jimara leşkerên Almanya li dora 500 kesî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin