Keç û xortekî Serê Kaniyê li kampa koçberiyê zewicîn

Keç û xortekî Serê Kaniyê li kampa koçberiyê zewicîn

PeyamaKurd - Keç û xortekî ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ji ber şer û êrîşa Tirkiyê û komên çekdar ji bajar û mala xwe koçber bûne û koçberî bajarê Hesekê bûne, li kampekê zewicîn û dest bi jiyaneke nû kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mihemed (zava) û Henan (bûke), ew herdu ciwanên ji Serê Kaniyê li wê dibistanê zewicîn ku ji wan re bûye, hem cihê sitarê, hem cihê xwendinê, hem jî salona dawetê. Bi vê yekê, Mihemed û Henan yekemîn şahî di nav koçberên Serê Kaniyê de hat lidarxistin.

Mihemed Remdan Hilo ku di koçberiyê de bûye Zava dibêje: “Pêşî hevnaskirina me, ew dotmama min e, min jê hez kir, piştî demekê berî êrîşa li ser Serê Kaniyê min ew xwest.”

Sazî û rêxistinên mirovî soza amadekirina odeyekê û dabînkirina kelûpelên pêwîst ji bo bûk û zavê dane, da ku wan han bidin ku vê gavê biavêjin.

Rêvberê Naveda Aştîyê û Civaka Sivîl, Dawûd Dawûd derbarê alîkarîkirina wan hevjînên nû de axivî û got: “Ev sê meh bûn desgîranê hev bûn û derûniya wan pir xirab bû, me xwest em dilê wan xweş bikin û erkê me ye ku em alîkariya wan bikin ku jiyanek bi rûmet bijîn, bi alîkariya desteya karûbarên mirovî em heft rêxistinin ku em bi vî karî rabûn.”

Endama Rêxistina Silava, Lîna Necearî jî da xuyakirin: “Me xelat ji wan re anî doşik ji bûk û zavê re aniye lê mixban dukan girtîbû.”

Rengê koçberiyê yê zer bi rengên sor û spî veşartine û tevlî şahiya du koçberên evîndar bûne, lê kûrahiya derdê wan û bajarê wan bi hêsanî nayê veşartin. Şahiya wan di vê rewşa sar û seqem de dengekî bilind e ji bo hêviya wan koçberan bi paşerojê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin