PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya PDKê Hoşyar Zebarî di derbarê herêmên ku nîqaş li ser wan heye de axivî û got ku ji 16ê Cotmehê ve gelê van herêman bi gelek felaketan re rû bi rû mane.
Di derbarê hilbijartinê de jî Zebarî wiha got: “Di 12ê Gulanê de hilbijartin heye û gelek pirsgirêk jî hene. Lêbelê Hikûmeta Bexdayê bi kêr nayê ku van pirsgirêkan çareser bike. Di navbera Kurdistan û Iraqê de rêyên girtî hene û ev rêyên girtî bandoreke gelekî xirab li ser gelê herêmê dikin. Me gelek caran ji bo vekirina van rêyan daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kir, lê hikûmeta Bexdayê ji bo vê yekê ti gav neavêtin.
Zebarî got ku divê bi lez Hikûmeta Iraqê ji bo çareseriyê hinek gavan bavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin