Ûkrayna li depoya mûhîmatan ya Rûsyayê xist: 5 hezar ton mûhîmat îmha bû

Ûkrayna li depoya mûhîmatan ya Rûsyayê xist: 5 hezar ton mûhîmat îmha bû

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê beşa Îstîxbaratê ragihand ku artêşa Ûkrayna li Rûsyayê li herêma Voronejê nêzî jîngeha Ostrogorjskê li depoyekî muhîmmatan ya Rûsyayê xistiye. Di daxwuyaniyê de hatiye ragihandin ku lêdana depoyê serkeftî bûye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku depo aîdê yekîneya artêşa Rûsyayê ya Rojava bûye, di tesîsê de muhîmatên tankan, topan û fuzeyên ji bejayiyê bo hewayê hebûne. Bi temamî 5 hezar ton zêdetir muhîmmat di depoyê de hebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin