PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwazî li serokê parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî û şandeya pê re kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, “Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, gavên ji bo temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê tên avêtin, dagirtina wan posteyên heta niha vala mane û ew astengiyên li pêşiya prosesa siyasî hene di civînê de htin gotûbêjkirin û her du aliyan tekîd li ser temamkirina proseyeke siyasiya saxlem li Îraqê kir.”
Herwiha hat diyarkirin ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên ji bo çareserkirina wan arîşeyan li gor destûra Îraqê mijareke din ya civînê bû.
Di civînê de Serokwezîr Barzanî û Helbûsî behsa rewşa koçber û penaberên destê terorê ku niha li Herêma Kurdistanê dijîn, kir û bi pêwîstî zanî ku hikûmeta Îraqê zêdetir alîkariya wan bike, devarên wan yên ji bin destê DAÎŞê hatine rizgar kirin avadan bike daku bikaribin ji bo ser cî û warên xwe vegerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin