Krîza gaza xwezayî ya li YEyê hat çareserkirin

Krîza gaza xwezayî ya li YEyê hat çareserkirin

PeyamaKurd Wezîrên Enerjiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li Bruksela paytexta Belçîkayê li hev civiyan, ji bo gaza sirûştî her megawatt-saetê 180 Euro nirxê tavan li hev kirin.

Piştî lihevkirin û civînê Endamê Komîsyona Enerjiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kadrî Simson û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Çekyayê Jozef Sikela civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Sikela li ser vê peymanê bi rêzefîlma 'Mission Impossible' re berawird kir û wiha dewam kir: 'Mîsyoneke din a nepêkan hat qedandin û wekî rêzefîlmê ev ya dawî jî belkî ya herî dijwar bû. Ez şanaz im ku Serokatiya Çek di dawiyê de beşa dawî ya kêşeya enerjiyê çareser kir. Me careke din îspat kir ku YE îro dikare bigihêje rêkeftinekê.”

"Me gaveke din a wêrek avêt"

Sikela dupat kir ku zehmet e ku li ser nirxek tavan a gaza xwezayî li hev bikin, Sikela got, "Îro me li ser mekanîzmayek demkî, bibandor, rasteqîn li hev kir da ku hemwelatî û karsazan ji bihayên gazê yên tund ên ku vê havînê hatine dîtin biparêzin. Me herwiha tedbîrên ku bazara Ewropî ji bo dabînkerên gazê reqabet û balkêş bimîne bicih bikin, tevdîr kirine."

Li aliyê din Simson, diyar kir, YEyê li hemberî krîza enerjiyê bi lihevkirina li ser mekanîzmaya mijara gotinê gaveke din a wêrek avêt û bi bîr xist ku mekanîzma di 22ê Mijdarê de hatiye pêşniyarkirin. Simson diyar kir, di navbera welatên endam de gelek muzakere û axaftinên eşkere hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin