PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mika Pompeo rêvebiriya Îranê kir hedefa xwe. Pompeo behsa terora bi piştgiriya Îranê kir û got: “ Îran li Awrûpayê tevgerên terorîstî plan dike.”
Pompeo ragihand ku Îran piştgiriya terorê li Awrûpa dike û dîplomatekî Îranî têkiliya wî bi erîşa bombeyî ya li Fransayê heye û li Viyana hatiye tewanbarkirin. Pompeo weha got:
“Awrûpa ne di derveyê terora ku Îran piştgiriya wê dike ye. Rejîma Îranê dixwaze Awrûpayê razî bike da di peymana nukleerî de bimîne û li aliyê dinê li Awrûpayê plana tevgerên terorî dike.”
Pompeo li Californiayê li navenda Pirtûkxana Ronald Reagan, di panelê de bo Îraniyên ku li Amerîkayê dijîn re, behsa gendeliya rêvebirên Îranê kir û got:
“Asta dewlemendî û gendeliya navbera rêvebirên Îranê, wisa nîşan dide ku ji hukumetê bêhtir weka rêvebiriya mafyayê tê îdarekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin