PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên operasyoneke nû bi ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kiribû û diyar kiribû ku ti guhertineke stratejîk li herêmê digel welatên garantor Rûsya û Amerîkayê çênebûye. HSDê îro Çarşemê jî li ser rewşa meydanî û tevgerên leşkerî daxuyanî da.
HSDê îro 25ê Gulanê jî li ser nûçeyên derbarê tevgera leşkerî ya artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê li navçeyên Eyn Îsa û sînorê Kobaniyê ragihand ku rewşa meydanî asayî ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, tevgerên hêzên navneteweyî yên garantor li herêmên Eyn Îsa û Kobanê bi koordîneya wan û di çarçoveya parastina ewlehiyê û lihevkirina agirbestê pêk tên.
HSDê herwiha bang li hêzên garantor jî kir ku ‘mekanîzmayên meydanî û qanûnî çalak bikin da ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigirin.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin