PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley, piştî serdana xwe ya nişka ya ji bo baregeheke hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku şandina hêzên wan bo Sûriyê bi sedema şerê dijî DAIŞê yê 8 salan hêjayî rîskê ye.
General Mark Milley, ji bo nirxandina hewlên ji bo rêgirtina li serîhildana komên tundrew û vekolîna tedbîrên ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşan, du roj berê serdana bakurê rojhilatê Sûriyê kiribû.
Her çiqas DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çûye jî bi sedan çekdarên wê li beyabana Sûriyê û hin navçeyên din hene û car û caran êrîşan dikin. Dîsa bi hezaran çekdarên DAIŞê jî di zîndanên HSDê ne.
Berpirsên Amerîkî dibêjin ku DAIŞ hîn jî dikare rabe ser piyan û bibe metirsiyeke mezin.
Milley li ser pirsa ‘gelo hûn dibînin ku şandina nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî bo Sûriyê hêjayî metirsiyê ye?’ da zanîn ku ev erk bi ewlekariya Amerîka û hevalbendên wê ve girêdayî ye û got: “Belê girîng e.”
Milley wiha axivî: “Ji ber vê yekê ez dibînim ku têkbirina DAIŞê ya bi yekcarî û berdewamkirina piştgirîkirina dost û hevalbendên me li herêmê, erkên girîng in û divê bên kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin