Misrê 2 endamên Îxwan îdam kir

Misrê 2 endamên Îxwan îdam kir

PeyamaKurd – Li welatê Misrê li bajarê Îskenderiyê 2 endamên Rêxistina Birayên Misilman ( Îxwan ul Mislimîn) bi sedema ku di sala 2013 an de li hemberê darbeya Misrê xwepêşandan kiribûn, ji aliyê dadgehê de bi cezayê îdamê hatibûn cezakirin.

Ragihandina bûyerê ji aliyê rêxistina sîvîl ya bi navê ‘em qeyd dikin’ ku navenda wê Londraye hat kirin. Li gor rêxistinê; du kesên ku di zîndana Tora yê de ne yên bi navên Yasir el-Ebasîrî (49) û Yasîr Şukr (45) hatine îdamkirin. Di beyanê de, di raya giştî de doza ku bi navê ‘Pirtûkxana Îskenderiyê’ tê zanîn, di wê dosyayê de Ebasîrî û Şukr hatibûn darizandin,dadgehê cezayê îdamê dabû wan û niha cezayên wan hat bicîhanîn.

Heman nûce ji aliyê hûqûqzan û rojnamevanê Misrî Heysem Ebû Xelîl de hat piştraskirin ku bûyerê di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin