PeyamaKurd – İYİ Partî cara yekeme ku di babeta namzediya Kemal Kılıçdaroğlu ya serokkomariyê Tirkiyê bi erênî qebûl dike. Wekîlê grûba İYİ partiyê yê parlementoyê Erhan Usta tevî bernama tv yekî bû û li ser pirsa spîker weha got:
“Ez bi germî li namzediya ji bo serokomariyê li Kemal Kılıçdaroğlu dinêrim. Kemal Beg bi tecrubeye û zanaye. Ez weka şexs bi erênî li mijarê dinêrim. Lê weka partî, serokên partiyan dizanin wê kî bikin namzed. Îttîfaqa Cumhur wê di parlementoyê de piraniyê wenda bike. Ez difikirim ku em ê di parlementoyê de piraniya parlementeran bidest bixin.”
Heya niha ti partiyekî masa 6 qolî behsa namzediya Kılıçdaroğlu bi erênî nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin