Îran bi dronan li kampa Azadî û Sazmanî Xebat xist

Îran bi dronan li kampa Azadî û Sazmanî Xebat xist

PeyamaKurd – Bi İHAyan li kampa rêxistina ‘Sazmanî Xebat’ xistin ku li Erbîlê li nahiya Topzawa ye û di kampê de malbatên endamên rêxistinê dimînin.

Endamê serokatiya Sazmanî Xebat Şoreş Hacî bo Rûdawê ragihandiye ku di şeva 5ê Adarê de ji yekî zêdetir bi İHAyan li kampa wan xistine û dewam dike:

“Li seha kampê xistin û SİHA li seha kampê ketin. Di encama êrîşan de, 2 Pêşmergeyên me birîndar bûn.”

Di van rojan de êrîşên ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibin û carna Îran rast e rast û carna di rêya grûbên Iraqê yên terefdarên xwe de êrîşan dikin.

Li bajarê Koysancaxê kampa Partiya Demokrata Kurdistana Îranê heye û ji hewa de êrîşê kampa PDK-I yê ya bi navê Azadî kirin. Êrîş bi fuzeyan an bi İHAyan hatin kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşên bi dronan li nêzî Kela Harmota kirine û İHAyên wan îsabetê nêzî cepilxana wan ketine. Di encamê de zerar û ziyan nebûye.

Di van rojên dawiyê de, êrîşên Îranê û hevalbendên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û çend roj berê, êrîşê ser kampa PAKê kiribûn û di encamê de Pêşmergeyekî PAKê şehîd kiribûn.