PeyamaKurd – Eyûb Cewanpûr, yek ji girtiyên protestoyên dema “Jin, Jiyan, Azadî” ye ku piştî salek û 3 mehên di girtîgehê de, bi kefalet hatiye berdan û di heyama mehekê de, divê biçe bajarê Bavî yê parêzgeha Xuzistanê û dest bi rûniştina mecbûrî ya salekê bike.
Li gorî rapora ku gihaye Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê, roja Yekşemê, 29ê Îlona 2024an Eyûb Cewanpûr, yek ji girtiyên berê yê dema protetosyên “Jin, Jiyan Azadî” ku li seranserê rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hatibûn li bajarê Seqizê tê girtin û piştî derbaskirina salek û sê mehên di girtîgehê de, bi kefaleta 300 milyon tûmenî serbest hatiye berdan
Li gor zanyariyên ku ketine destê Hangawê, Eyûb Cewanpûr divê di meha bê de biçe bajarê Bawî yê parêzgeha Xûzistanê û weke cezayê temamkirina cezayê xwe, salekê li vî bajarî rûniştina mecbûrî bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin