Tirkiye ji hewayê ve li Rojava 6 xalên din xist!

Tirkiye ji hewayê ve li Rojava 6 xalên din xist!

PeyamaKurd – Îro danê êvarê derdora saet 22:00an de Tirkiyeyê êrîşên hewayî yên nû birin ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê da hat diyarkirin ku li herêmê 6 hedef hatin xistin.

Hat destnîşankirin, di nav xalên ku lê ketine de tesîsên petrolê, sitargeh û kozik hene.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bomberdûmana hewayî "li gorî mafên xweparastinê yên ku ji xala 51'emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî derdikevin" hatiye kirin.

Piştî êrîşa bombeyî ya 1ê Cotmehê ya li Enqereyê ku PKKê berpirsyariya wê girtibû ser xwe, Tirkiyeyê îdia kir ku ev êrîş ji Rojava hatine û diyar kir, wê binesaziyê û tesîsên enerjiyê werin xistin. Piştre jî êrîşên 4’ê Cotmehê destpê kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk îdiaya ku sûcdar ji Rojava derketine red kir.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin