Daneyên dawîn yên koronayê li Kurdistanê û cîhanê

Daneyên dawîn yên koronayê li Kurdistanê û cîhanê

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê 77 haletên nû yên koronayê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di berdewamiya pişkinîn û testan de derket holê ku li parêzgeha Silêmaniyê 77 kesên din pozîtîv derketiye. Li gor daxuyaniyê 8 ji wan tûşbûyan 40 mêr in, 25 jin in û 3 keçên genc in, 3 kurê genc in û 6 jî zarok in

Li gor daneyên dawî yên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha hezar û 15 kes li herêmê tûşî koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 444 kes baş bûne, û 16 kesan hî heta niha bi koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve, Lİ Tirkiyê û Bakurê Kurdisranê, di heyma rojekê de 21 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 988 kes jî bi koronayê ketin. Hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihiştiye 167 hezar û 410 kesan û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 4 hezar û 630 kesan.

Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronayê ketine giştiye 6 milyon û 552 hezar û 738 kesan. Hejmara kesên ji ber jiyana xwe ji dest dane jî 386 hezar û 811 kes in. Hejmara kesên baş bûne û çûne malên jî 2 milyon 833 hezar û 438 kes in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin