Îranê cardin êrîşê Kampa Azadî ya PDK-Îyê kir

Îranê cardin êrîşê Kampa Azadî ya PDK-Îyê kir

PeyamaKurd - Îranê û milîsên wê îro 6ê Adarê careke din di dron û moşekan êrîşî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, êrîş bi rêya çend dron û moşekan hatiye kirin. Hate zanîn ku êrîş îro piştî nîvro hatiye encamdan.

Kampa Azadiyê ya ku malbat û kesûkarên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) lê dimînin, bi 4 moşek û 2 dronan hatiye armanc kirin.

Heman kamp beriya niha jî rastî êrîşên Îranê hatibû.