Îranê xwest ku xelk deverên sînorî vala bike

Îranê xwest ku xelk deverên sînorî vala bike

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê yên leşkerî ferman da ku xelk deverên sînor yên Kermanşahê vala bike. Li deverên sînor yên Kermanşahê xelkî koçer dijî û fermana Îranê kir ku malbatên koçer zû koç bikin. Bi valakirina deverê jî wê hêzên asayîşê û îstîxbarata Îranê li wan deveran çekên giran bicîh bike.

Rayedarên leşkerî ji malbatên koçer re gotine ku Qasr-i Şirin, Xusrewî, Naft Şahr û Sumarê ku tev yên li ser sînorin vala bikin û divê valakirin heya roja Şemiyê an ku 14ê Adarê bicîh were. Wê koçer ber bi zozanên xwe ve yên havine de herin.

Çavkaniyên Qesrî Şîrînê ji bo Hengawê ragihandine ku ji wan re gotine wê li ser sînor yekîneyên topavêjan û alavên leşkerî yên giran bicîh bikin. Rayedarên leşkerî deverên sîvîl vala dikin û debara wan malbatan dixin talûkê.

Ji bo bi sedan malbatan gelek zahmete ku di vê Zivistanê de ciyên xwe biguhêrin, gelek zahmete ku keriyên pezên xwe ji deverê bibin.