Îranê bi 27 İHA û fuzeyan êrîşê Erbîlê kir lê sîstema bergiriya hewayê hemûyan îmha kir

Îranê bi 27 İHA û fuzeyan êrîşê Erbîlê kir lê sîstema bergiriya hewayê hemûyan îmha kir

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê Beşa Têkoşîna bi Terorê re (Anti-Terorê) bang kir ku wexta sîrenên hawarê hat li dar xistin, xwest ku welatî herin ciyên bi ewletir.

Li gor ragihandina Rûdawê; di temamê rojê de (28 Sibat), Îranê 6 caran bi 27 İHA û fuzeyan êrîş kiriye ser payîtexta Kurdistanê Erbîlê lê sîstema bergiriya hewayî fuze û İHAyan xistiye.

Beşa Anti-Terorê ji welatiyan xwestiye ku dema li sîrena hawarê ket, ji ber wê sîstem li hewayê İHA û fuzeyan îmha bike, di wexta bergiriya li wan de, ji bo zerar negihê welatiyan, bila welatî xwe bigihînin ciyên bi ewle.

Beşa Anti-Terorê her weha got ku dibe perçên İHAyan bikevin jîngehan û hişyariya welatiyan ji bo can girîng e.

Peyamnêrê Rûdawê Horwan Rifet ragihandiye ku balafirxana Erbîlê ya navdewletî û hewza balyozxana DYAyê, 6 caran ketiye ber êrîşên fuze û dronan.

Hat ragihandin ku li Erbîlê 2 sîstemên bergiriya hewayî hene ku yek ji wan sîstema C-RAMe û dikare roketên Katyuşa û İHAyên kamikaziyan ku ji nêzde davêjin, li hewa perçe dike.

Sîstema dinê ya Patriotaye ku dikare fuzeyên mezin yên balistik yên weka "Fatih" û "Zulfikar" li hewa perçe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin