Iraq | DAISê bi hawanan êrîs kir!

Iraq | DAISê bi hawanan êrîs kir!

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê navçeyeke Diyala bi hawanan topbaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. Li Enbarê jî 6 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, şeva bûrî di encama topbarana xaleke pişknînê ya hêzên Iraqî li navçeya Haşimiyat li rojavayê Diyale polîsek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Di heman deme de di operasyoneke lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiyê li çend navçeyên parêzgeha Enbarê de jî, 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Ev di demekê de ye, duhî bi sedema teqînekê li bazareke qezaya Moseyî ya parêzgeha Babilê 39 kes birîndar bûn û li gor jêderan teqîn bi riya motorsîkleke bombekirî bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin