PeyamaKurd – Amerîka îro bi rêûresmekê, çek û pêdiviyên serbazî dide du tabûrên Pêşmerge.
Li gorî zanyariyan, îro birêûresmekê di saet 10:00an de, bi amadebûna berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermande û berpirsên artêşa Amerîka, alîkariyên serbazî yên Amerîka li hêzên Pêşmerge tên belavkirin.
Agahî diyar dikin, alîkariyên ku ji çekên giran, nîvgiran û pêdiviyên serbazî û otomobîlan pêk tê, li du tabûrên Pêşmerge tên belavkirin. Ji bilî wan alîkariyan, ew her du tabûr tên perwerdekirin jî.
Du meh berê jî Amerîka hinek pêdiviyên din yên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin