PeyamaKurd – Li Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, di roja 1ê Tebaxê îro ve, geştên esmanî dest pê dikin.
Ji destpêka derketina nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, wek rêkarên xweparaziyê û rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên biyanî dihatin kirin.
Lê di çarçoveya fermana Hikûmeta Iraqê de, sibê (1 Tebaxê) balafirxaneyên Herêma Kurdistanê vedibin û geştên asmanî dest pê dikin.
Rêveberiyên balafirxaneyên Silêmanî û Hewlêrê daxwaz ji rêwiyan kirine, 48 saetan beriya ku sefer bikin, têsta Koronayê (PCR) bikin û dawiyê sefer bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin