Îro salvegera Komkujiya Dersîmê ye: Bi deh hezaran kurd hatin kustin

Îro salvegera Komkujiya Dersîmê ye: Bi deh hezaran kurd hatin kustin

PeyamaKurd - Di ser ‘Tertele’yê re ango Komkujiya Dêrsîmê re 82 sal derbas bûn ku zêdetirî 13 hezar kurd hatin kuştin û zêdetirî 10 hezar welatiyên sivîl jî hatin sirgûnkirin.

Tevî ku 82 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî heta niha ew komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi fermî nehatiye naskirin û karên destûrî yên pêwîst nehatine kirin.

‘GORA SEYID RIZA HÊJ NAYÊ ZANÎN’

 Xelkê Dêrsimê jî daxwaz ji dewletê dikin ku arşîvên li ser komkujiya Dêrsimê aşkere bikin û herweha kesûkarên qurbaniyan jî qerebû bikin. Lê heta niha ne ti kesek hatiye qerebûkirin û ne jî derbarê gora Seyid Riza tu zanyarî hatiye dayîn.

82 sal berî niha dewleta Tirkiyê li Dêrsêma Bakurê Kurdistanê komkujiyek pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku kurdên elewî li Dêrsîmê bi pêşengiya Seyîd Riza dest bi serhildanê kiribûn. Komkujiyê heta sala 1939an berdewam kiribû.

'13 HEZAR KES HATIN KUŞTIN Û ZÊDETIRÎ 10 HEZAR KES JÎ HATIN SIRGÛNKIRIN'

4ê Gulana 1937an komkujiya Dêrsimê hat kirin, 13 hezar kurdên elewî li Dêrsimê hatin kuştin, 12 hezar bi darê zorê hatin koçberkirin.

Seyîd Riza û hevalên wî 5ê Gulana heman salê de hatin darvekirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema serokwezîrtiya xwe de ragihandibû ku ew dikare lêborînê ji xelkê Dêrsimê bixwaze, lê ji ber ku ew komkujî ji aliyê desthilatiya wê Partiya Komariya Gel (CHP) ve hatiye kirin, divê CHP lêborînê ji xelkê bixwaze.

‘DI SALVEGERÊ DE PARTIYÊN SIYASÎ Û WELATIYÊN ÇALAKIEYEKÊ BÎRANINÊ LIDARXISTIN’

Di çalakya bîranînê de Şaredarê Dêrsîmê Fatih Mehmet Maçoglu, û Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîka a Gelan (HDP), Federasyona MEclisên Sosyalistan (SMF), Komeleya Eelewiyên Demokratîk (DAD), Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) û welatî beşdar bûn.

‘ARMACA DEWLETÊ SUNÎKIRIN Û TUNEKIRINA BAWERIYA ELEWIYAN BÛ’

Hevserokê DADê di çalakiya bîraninê de axaftineke kir û diyar kir ku armaca dewletê sunîkirin û tunekirina baweriya elewiyan bû:

“Dewletê ne zimanê me hişt, ne jî tarîxa me. Armaca wan ew bû ku me sunî bikin û me bidin jibîrkirin. Ji gelek deveran Dêrsîmî hatin vê derê û ji dewletê daxwaz dikin ku serpêhatiya xizm û kes û karên xwe hîn bibin.”

Piştî axaftinan, welatiyan ji bo bîranîn cangoriyana qurnefîl danîn çemê Harçîkê û ji bo xêra qurbaniyan loqme hatin belavkirin”

Di salvegera Tertelê de ji bo qurbaniyan li yek ji deverên ku komkujî pêk hatiye, Pira Kevn a Paxê çalakiyeke bîranîn pêk hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin