Kolonel Jan Tenhov:  Bo yekgirtina Pêsmerge 26 proje dewam dikin

Kolonel Jan Tenhov:  Bo yekgirtina Pêsmerge 26 proje dewam dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê leşkerî yê Hollandî yê li Herêma Kurdistanê Kolonel Jan Tenhov li ser xebatên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bo yekhêzkirina Pêşmerge, bo projeya çaksazî yên hêzên ewlehiyê axifî.

Jan Tenhov tevlî bernama nûçeyan ya K24 ê bû û weha got:

“Bo yekkirina hêzên 70ê û 80ê yên hêzên Pêşmerge, divê di navbera wan de di serî de bawerî çêbikin û bo wê jî bi wezareta Pêşmerge re danûsitendin kiriye. Mijara herî girîng niha birêxistina vê ramanê ye.

Divê hêzên Pêşmerge bi hemû tiştên xwe bibin yek, da ku bibe hêzeke modern ku şiyana wê ya parastina hikûmet û nifşê nû hebe. Ev jî pêwîstiya wê bi pêngavên hêzên siyasî heye, da ku vê pêngavê derbas bikin.

Şiyana leşkerî ya hêzên Pêşmerge bi berdewamiya perwerde û rahênanê ve girêdayiye. Weka mînak rahênana wan li ser dron û firokeyên bêmirov, lê belê berî wan jî pêngava herî girîng yekkirina hêzên Pêşmerge ye, ev tenê projeyek nîne ku ji bo hêzên Pêşmerge plan jê re hatiye dariştin, ew xwe di 26 projeyên cuda de dibîne, em jî di warê şêwirmendiyê de alîkariya wan dikin, da ku ew hêz di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de kom bibin, da bikaribin wan 26 projeyan tev cîbicîh bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin