NATOyê 7 dîplomatên Rûs derxistin

NATOyê 7 dîplomatên Rûs derxistin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku NATOyê akredîtasyona 7 diplomatên Rûs yên di bin banê xwe de betal kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ev biryar rê li ber xebatên sîxuriyê yên Rûsyayê li welatên NATOyê dibire.

Piştî krîza kuştina sîxurê dualî li Brîtanyayê, 16 welatên din do biryar dabûn ku dîplomatên Rûs dersînor bikin. Amerîkayê jî ji bo 60 dîplomatên Rûs 7 roj wext dabû.
Ji aliyekî din ve Wezareta Karên Derve ya Îrlandayê daxuyand ewê dîplomatekî Rûs dersînor bike.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku hefta çûyî di civîna serokên Yekîtiya Ewropayê de hat gotin di jehrkirina sîxur Sergey Skrîpal de berpirsyariya Rûsyayê heye û ji ber vê dîplomatekî Rûs wê bê dersînorkirin.

Hat ragihandin Wezîrê Karên Derve Sîmon Coveney bi Balyozê Dublînê yê Rûsyayê re axiviye û biryar ji wî re gotiye.

Hin welatên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê gotibûn sixurê Rûsyayê Sergey Skrîpalê ku li Îngiltereyê dijî û qîza wî di 4ê adarê de li Salîsburya bajarê Îngiltereyê bi madeyeke kîmyayî hatine jehrkirin. Ji ber vê jehrîkirinê Rûsya berpirsyar e. Li giştiyê cîhanê 24 welatan biryar dabûn ku 139 dîplomat bên dersînorkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin