PeyamaKurd - Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed da xuyakirin ku ev deh roj in ji ber nîşaneyên vîrusa koronayê di mala xwe de di karantîneyê de ye.
Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed ragihandiye ku ji ber wî 10 roj berê nîşaneyên koronayê bi xwe re dîtine, li mal xwe xistiye karantîneyê û danûstandin bi kesî re nekiriye.
Awat Mihemed gotiye ku wî niha qonaxên metirsî ya vîrusê derbas kiriye û tenduristiya wî jî baş e.
Qeymeqamê Silêmaniyê daxwaz ji xelkê kir, xwe ji vîrusê biparêzin û nêzîkî hev nebin ,ji ber vîrus bi awayekî berçav belav bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin