PeyamaKurd – Piştî dadgeha federal ya Iraqê kotayên Xîrîstiyanan ya di parlementoya Kurdistanê de betal kir, nûnerên Xîrîstiyanên herêma Kurdistanê yên Suryanî, Asûrî, Keldanî û Ermeniyan biryara boykota hilbijartina parlementoya Kurdistanê dan.
Her çar pêkhateyên Kurdistanê wê nekevin hilbijartina di 10ê Hezîran a sala 2024an. Nûner ragihandin ku biryara dadgehê zerarê daye pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê. Pêkhate her weha ragihandin ku biryara dadgehê rewa nîne û wê hilbijartinê boykot bikin.
Parlementoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê 11 kursiyan di meclisê de veqetandibûn, bi salaye di her hilbijartinê de ji bo wan sindoqên hilbijartinê cuda tên danîn û her kêmnetewe di sindoqên xwe de dengan bikartîne.
Berbijêrên wan cuda ne û ji bilî kêmneteweyên navborî kes nikare di sindoqên wan de dengan bikarbîne.
Herêma Kurdistanê ji bo kêmneteweyan 11 kursiyan veqetandibû ku 1 ji bo Ermenan, 5 ji bo Suryan, Keldan û Asûriyan û 5 ji wan ji bo Turkmenan bû.
Niha dadgeha Şîa ya federal nahêle nûnerên kêmneteweyên navborî herin meclisa Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin