Îsraîlê ji bo tunekirina tunelên Hizbullahê operasyon da destpêkirin

Îsraîlê ji bo tunekirina tunelên Hizbullahê operasyon da destpêkirin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê li dijî hêzên Hizbulla Lubnanê ku li gel Îranê ne, operasyoneke berfireh bi navê ‘Mertala Bakur’ da destpêkirin.

Hat ragihandin ku operasyon li Başûrê Lubnanê li dijî sîstemên tunelên Hizbullahê yên dixwezin pê derbasî Îsraîlê bibin, hatiye destpêkirin û mebest bi vê operasyonê vedîtin û tunekirina wan tunelan e.

Fermandarê Îsraîlî Ronen Manelis derbarê operasyonê de daxuyakirin, ew tunel serweriya Îsraîlê binpê dikin.

Artêşa Îsraîlê li ser torên medya civakî ragihand, Hizbullahê amadekariya êrîşeke mezin bi rêya wan tunelan dikir û da zanîn, hebûna hêzên derveyî dewletê li Lubnanê, tê wateya binpêkirina biryarên NYyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin