PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Pîranşehrê û Seqizê 2 Kurdên bi navên Eyûb Hemze û Arash Emamjomeh xistin bin çav û kes nizane îstîxbaratê wan biriye ku derê.
Hengawê ragihand ku di 16ê Tebaxa sala 2026an de hêzên îstîxbarata Îranê avêtine ser mala Eyûb Hemze, bê belgeyekî nîşan bidin wî girtine û di derbarê wî de heya niha ti agahî nedane malbata û parêzerê wî û 6 roje kes nizane li ku dêrê ye. Hemze zewicandî û zarokekî wî heye.
Nehiştine her dû Kurdên girtî bi malbatên xwe re têkiliyan deynin.