PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mikatî got ku Tirkiye amade ye bi alîkariyên mirovî yên hewce piştgiriya Lubnanê bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin, Fîdan û Mîkatî bi telefonê axivîne.
Hakan Fîdan dema ku derbarê geşedanên dawî û rewşa mirovî ya Lubnanê de di çarçoveya êrîşên Îsraîlê de ji Mikatî agahî wergirtiye, diyar kiriye ku Tirkiye amade ye bi alîkariyên mirovî piştgiriyê bide Lubnanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin