Ji Asayîşa Rojava daxuyaniya Efrîn û Kobaniyê

Ji Asayîşa Rojava daxuyaniya Efrîn û Kobaniyê

PeyamaKurd - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser daxistina ala Sûriyeyê û êrîşên li dijî gelê Efrînê û sivikatiya li ser ala Kurdistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Li ser bingeha berpirsiyartiya me ya neteweyî û exlaqî ya parastina aştiya navxweyî û aramiya herêmê û digel pîrozbaniyên bi boneya cejna Newrozê li bajarê Kobanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê bûyera daxistina ala Sûriyeyê ji hêla kesekî karekî takakesî ye şopand, ew karekî şermezarkirî ye, bi tu şêweyî siyaseta herêmê yan jî nirxên jiyana hevbeş nîşan nade.

Di dema çêbûna bûyerê de Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn bi erka xwe rabe û demildest tevgeriya, kesê ew kar kiriye girt. Gerînendetiyê bi tundî destdirêjiya li dijî sembolên Sûriyeyiyan red kir.”

Li ser bûyer û êrîşên Efrînê jî Asayîşê diyar kir, “Em binpêkirinên li Efrîn û Helebê yên piştî pîrozbahiyan çêbûne, pêkanîna hin aliyan a bikaranîna van dîmenan û xistina xizmetê derxistina aloziyên plankirî şermezar dikin, nemaze li herêma Efrînê nijadperestî û tafîperestî tên gurkirin û êrişî şêniyan tê kirin.

Ev pêkanînên provakasyonê nakevin xizmetî berjewendiya herêmê, berovajî rasterast aramiyê têk dibin.”

Di dawiyê de jî wiha hate gotin: “Li ser vê bingehê, em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku berdewama ketina pey van fitneyên bi armanca gurkirina aloziya taîfî wê zirarê bidin tevahî Sûriyeyiyan. Em pabendiya xwe ya parastina ewlehiya giştî dubare dikin û bang li xelkê xwe dikin ku bi hestiyar tev bigerin û xwe ragirin, nekevin pey dengên ftineyan gur dikin. Em ê bi tundî li hember her kesên hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin derkevin."