Ji ber berf û bahozê qeza çêbû: 8 birîndar hene

Ji ber berf û bahozê qeza çêbû: 8 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li navça Kanîreş (Karliovayê) 2 TIR û otobusekî li hev ketin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan; qeza li Kanîreşê (Karliovayê) çêbû û ji ber bahoz dijwar bû, hem rê şematek bû û baş pêşiya xwe nedidîtin qeza çêbû.

Tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê mudaxeleyê qezayê kirin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Kanîreşê (Karliovayê) ya dewletê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin