PeyamaKurd – Hate ragihandin, ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên ji DEM Partî, CHP û TÎPê fezleke hatin amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatin kirin. Ji 9 fezlekeyan 4 ji wan ji parlamenterên DEM Partiyê re, 4 ji parlamenterên CHPê re û yek jî ji bo parlamenterê TÎPê hatiye amadekirin.
Hate diyarkirin ku ew fezleke piştî gihandina Serokatiya Parlamenê, radestî Komîsyona Giştî ya ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê hatine kirin.
Navê parlamenterên fezleke ji wan re hatine amadekirin; Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salihe Aydenîz, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamentera Dem Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konûkçû Kok, Parlamentera TÎPê ya Stenbolê Saliha Sera Kadigîl, Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal, Parlamentera CHPê ya Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHPê yê Edeneyê Ayhan Barût û Parlamenterê CHPê yê Dîlokê Melîh Merîç in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin