PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiye Recep Teyyip Erdogan rexne li Parlementoya Ewropayê kir û got: "Der heqê Efrînê da dixwazin em operasyona li wir bidin sekinandin û filan û bêvan. Berpirsiyareke jin heye ku ji pêşketinê mesûl e daxwazeke wiha kiriye. Qet hewesê nekin, heta karê me neqede em ji wir dernakevin."
Erdogan ji bona Operasyona Efrînê wiha got: "Heqê Parlementoya Ewropayê tuneye ku ji Tirkiyeyê tu gotinekê bibêje. Hemû gotinên wan bê guhekî me jî wê di yê din ra jî derkeve."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin