Li gorî agahiyan şandeyeke nû ji Herêma Kurdistanê wê here Efrînê ziyaret bike.
Di nava şandeyê de tevî nûnerên misliman, fileh û zerduştiyan; siyasetmedar jî wê cih bigirin. Şande îro giha Qamîşlo û ji aliyên berpirsiyarê karê derve yê Qantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer ve hat peşwazîkirin.
Tê hêvîkirin ku şande Efrînê ziyaret bike û rewşa bajêr fêhm bike.
Ji parlamentoya Kurdistanê şandeyek di 10ê Sibatê de çûbû Efrînê û alîkariya tendurustî gihandibû bajarê Efrînê.
Piştî vê re jî ji Herêma Kurdistanê şandeyeke ku nûnerên Partiyên Siyasî tê de bû, bajarê Efrînê ziyaret kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin