Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya Iraqê: Pêdiviya wan bi me heye

Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya Iraqê: Pêdiviya wan bi me heye

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku Iraq bi tena serê xwe nikare têkoşîna terora DAIŞê bide û pêdiviya wê bi hevpeymaniyê heye.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê General Kenneth Ekman, diyar kir ku dê Amerîka li demeke nêzîk hêzên xwe yên li Iraqê kêm bike û dê ev yek jî li gorî peymana navbera Washington-Bexdayê pêk were.

General Kenneth Ekman da zanîn, “Hê jî pêdiviya Iraqê di têkoşîna DAIŞê de bi hevpeymaniyê heye. Di warê tevgera terorîstan, şopandina asmanî û îstixbaratê de pêdiviya wan bi me heye. Dê ev pêdivî jî sînorê piştgiriya hevpeymaniyê li dahatûtiyê diyar bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin