Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyanî: Hevdîtin samîmî û vekirî bûn...

Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyanî: Hevdîtin samîmî û vekirî bûn...

PeyamaKurd -  Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinên şanda bilind a Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo Hewlêrê de, dîyaloga komîteyên hevbeş ên bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê kiriye.

Şanda Bilind a Hikûmeta Iraqê û Komîteya Bilind a Rêveberiya Herêma Kurdistanê 25ê Tîrmehê roja Pêncşemê di bin çavderiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê Berpirsê Enerjiyê de civiyan.

Hikûmeta Kurdistanê da xuyakirin ku hevdîtin bi awayekî samîmî û vekirî hatine kirin û mijarên serekî jî herêmên nakok yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, budçe û aborî, petrol û gaz bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku herdu aliyan li ser li hev kiriye bi çavderiya komîteyên hevbeş wezaretên pêwendîdar Komîteyên Teknîkî pêk bînin û li ser wan mijaran jî li gorî destûrê çareseriyên praktîkî bipêş bixin.

Hat diyarkirin ku dê hefteya pêşiya me jî komîteyên hevbeş ên Iraq û Kurdistanê li Bexdayê dîsa bicivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin