PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku eger rêveberiya Iraqê wek vê mehê berdewam meaşan bişîne dê bernameya meaşên fermanberên Kurdistanê ji nû ve serast bikin.
Hikûmetê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Hikûmeta Iraqê li ser biryara Serokwezîr Heyder Îbadî 317 milyar û 540 milyon û 465 hezar dînar (teqrîben 260 milyon dolar) şandiye, lê belê ev ji bo meaşan pir kêm e.
Hikûmetê destnîşan kir ku herçiqas pereyê Bexdayê şandiye kêm be jî eger her meh wisa berdewam bike dê cedwela dayîna meaşan ji nû ve serast bikin û qismê kêm mayî temam bikin.
Li gor daxuyaniyê dê pereyê Bexdayê bişîne, dahata navxweyî ya Kurdistanê û piştgiriya Amerîkayê bo Pêşmerge hemû ji nû ve werin plankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin