Ji Kurdê bi navê Muhemmed Riza Feryadî yê ji Îlamê agahî nayê sitendin

Ji Kurdê bi navê Muhemmed Riza Feryadî yê ji Îlamê agahî nayê sitendin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê 4 roje ji Kurdê bi navê Muhemmed Riza Feryadî yê ji bajarê Îlamê agahî nayê sitendin.

Feryadî, ji aliyê îstîxbarata Îranê de hatibû girtin û niha li bajarê Îlamê tê girtin. Feryadî ji devera Sarablehê ye. Di derbarê sûcdarkirina wî de, bi çi sedemê xistine bin çav û niha li ku derê ye, nayê zanîn.

Feryadî, di 13ê Gulana 2026an de hatiye girtin û kes nikare agahiyan jê bistîne.