PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe got, “Tevî ku di dema bûrî de me gelek hewl dan şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî êş û karesat rû nedin, lê mixabin di çend rojên bûrî de
'BERDEWAMBÛNA ŞER GEFEKE GELEKÎ CIDÎ YE'
Serok Barzanî dibêje: Berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.
Di peyamanê herwiha got: “Ji vir de bi pêwîstî dizanim ji xelkê xweragir ê Kurdistanê û aliyan re rabigihînim ku sedemên wî şerî her çi bûbin û her aliyek kêmtir xem bûbe yan destê wê di vê rewşa tirsanek de hebûbe, niha dem ne yên muzayedeyên vala û êrsbûnê ye. Dema wê yekê ku em hemû, çi ji destê me tê, ji bo nehîştina wê rewşa metirsîdar bikin, da ku ew şer nemîne û êdî xelkê bêguneh baca wê rewşê nedin û pêşiya guhertina demografî ya wê deverê jî were girtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin