PeyamaKurd – Ji Sûriyê û sînorê Rebîayê, 100 terorîstên DAIŞê derbasî deşta Neynewa bûn û 3 Hezar Pêşmerge jî, li Mezargeha Şerfedîn hatin bicihkirin.
Li gor Fermandarekî Pêşmerge diyar kir: “Em rê nadin êrîşî Êzîdiyan bê kirin.”
Herwiha Fermandarê Hêza Şengalê Mîrza Xelef Fazil daye zanîn, gundên erebnişîn li sînorê Şengalê û Beac terorîstên DAIŞê dihewînin ku bi xwe jî berê DAIŞî bûn.
6 Hezar malbatên koçber vegeriyane Şengalê û tirsa wan ji terorîstên DAIŞê heye û daxwaza hêzeke mezin ji bo parastina wan navçeyan dikin.
Çend navçeyên navbera Gulale û Kuleco, di destên DAIŞê de ne.
Şêx Babe û Qaye li Kelar, li sînorê Gulale û Kuleco di destê DAIŞê de ne ku ew navçeyeke pir fireh e.
Îstîxbara Pêşmerge destnîşan dike, ku terorîstên DAIŞê li wan navçeyan zêde dibin û Şêx Babe û Qaye bûne cihên sereke ji wan re.
Xelkê wan gundan jî dibêjin, bi roj hêzên ewlehiyê hene û bi şev ew jî ne diyarin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin