Jina ku 2 roje lê digeriyan di arazî de mirî hat dîtin

Jina ku 2 roje lê digeriyan di arazî de mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê jina bi navê Cemila Özkan (80) 2 roje ku wendabû û lê digeriyan. Cemile Özkan li gundê Mistefamilîkê (Arıklı) dijiya 2 roje wendabû û li ser agahdarkirina tîmên AFAD û cendirmeyan lêgerîna li jina navborî îro jî dewam kir.

Piştî lêgerîna bi dron û seyên pispor, nêzî gund bi 2 km yan cesedê wê hat dîtin. Piştî karê dozgeriyê biqede, ji bo otopsiyê wê cenazê wê bişînin morga nexweşxana dewletê ya Qoserê.

Mierovên wê ragihandibûn ku Cemile Özkan nexweşa Alzheimerê bû ye.