Li Ardaxanê jina wenda ya li derve lê digeriyan di axwurê de mirî dîtin

Li Ardaxanê jina wenda ya li derve lê digeriyan di axwurê de mirî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Ardaxanê li gundê Taşlıdere jina bi navê M.Ö. (60) jê xeber nedihat sitendin, mirovên wê agahiyê dan navenda 112an ya lezgîn.

Dema cendirme çûn gund dest bi lêgerîna jina wenda kirin lê di wexta lêgerîna jina navborî de, wê di axwurê de mirî dîtin.

Ji ber derbe lis erê wêketibû tîmên JASATê li ser gumana kuştinê lêpirsîn û lêkolîna xwe kirin. Guman li ser zavayê M.Ö. bûn û ji ber ji gund reviyabû temamê şikê çû ser zava yê bi navê G.S.

Tîmên cendirmeyan zava G.S. li bajarê Erzeromê girtin û xistin bin çav.